Li zindanên Tirkiyê 6 girtiyan dest bi rojiya mirinê kirin

Li Tirkikyê li dijî êşkenceya li zindanan 6 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Konya Seydîşehîrê dest bi rojiya mirinê kirin. 

Girtî Yilmaz Ûçar, beriya 5 sal û 6 mehan bi hinceta endamtiya rêxistin hat girtin.

Ûçar di axaftina xwe ya dawî ya bi rêya telefonê ku ji malbata xwe re diyar kir ku wî û 5 hevalên xwe beriya heftiyekê dest bi rojiya mirinê kirine.

Ûçar diyar kir ku wan li dijî êşkence û zilma li zindanên Tirkiyê dest bi rojiya mirinê kirine.

Birayê Ûçar Hekîm Ûçar, diyar kir ku êşkence li birayê wî tê kirin û ev bang kir:

Ji vê êşê re êdî bes e.

Em bang li raya giştî û Komeleya Mafê Mirovan dikin ku ji bo vê rewşê hestiyar tevbigerin.

Her wiha em bang dikin ku parlamenter û hiqûqnas biçin girtîgehê û lêkolîn bikin.

Back to top button