YPJ: Şervana YPJ’ê Berfîn Rizgar şehîd bû

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervana YPJ’ê Berfîn Rizgar eşkere kir.

YPJ’ê da zanîn ku 18’ê Mijdarê li eniya Ebû Sira ya navçeya Eyn Îsayê, şervana YPJ’ê Berfîn Rizgar di topbarana çeteyên Tirkiyê de şehîd bû.

YPJ’ê anî ziman ku Şehîd Berfîn erka fermandariyê bi disiplîn, baldarî û berpirsyariyeke mezin tevdigeriya û got:

“Hevala me Berfîn bi hêrs û kîneke mezin enî bi enî pêşde çû û tevî rêhevalên xwe, DAIŞ li bajarê Kobanê û Dêra Zorê şikandin.”

YPJ’ê sersaxî ji malbata şehîd Berfîn Rizgar re xwest û soza rakirina tola wê û hemû şehîdan nû kir.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Cîhan Misto bi nasnav Berfîn Rizgar, 18’ê Mijdarê li eniya Ebû Sira ya navçeya Eyn Îsa yê şehîd bû.

Back to top button