Îro li Amedê wê KCD, HDP, DBP û OHD, operasyonên qirkirina siyasî û binçavkirina 72 kesî bi daxuyaniye şermezar kirin.
Sazî û Rêxistinên Bakurê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de diyarkirin ku ewê li hember faşîzm û girtinan ti carî baş ve gav nevêjin û bang desthilatê kirin ku hevalên wan tavilê berdin.
Bincavkirina parêzer, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sîvîl ên di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê de, li Amedê di avêtina ser malan de hatibûn destgîrkirin, li Amedê hat şermezarkirin.
Partî û rêxistinên weke KCD, DBP, HDP, TJA, li Amedê daxuyaniyeke hevpar dan.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan, parlamenterên HDP’ê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
Wekîlê Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Amedê Îrfan Soner, daxuyanî xwend û got:
“Hûn her roj operasyonan li dar bixin û her roj me binçav bikin jî, em ê dest ji parêzertiya xwe, siyaseta partiya xwe û xizmeta xwe ya tenduristiyê bernedin.
Emê her tim li pêşberî siyaseta we ya şaş rawestin.
Ji vê saetê û şûnde, hûnê nekarin bi ti operasyonan hilweşandina xwe asteng bikin.
Ji ber vê em dibêjin dest ji van kiryarên xwe berdin û hevalên me tavilê serbest berdin.”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî axivî û diyar kir ku AKP desthilatdariya xwe bi zext û girtinê ve dixwaze li ser piyan bihêle. Lê êdî ev yek jî teşhîr bûye û encam nagre.
Saliha Adeniz got:
“Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Bi van girtin, destgîrkirin û operasyonên qirkirina siyasî ti tişt bi ser nakeve. Emê li hember vê hişmendiyê ti car gav paşve nevêjin û em bang dikin ku hevalên me tavilê bên berdan.”