Li Kenyayê ji ber lêhiyê hejmara miriyan gihişt 136’ê

Li welatên Afrîkayê Kenya, Somalî û Etiyopyayê bîlançoya lehiyê her ku diçe zêde dibe.
Îro jî hat ragihandin li Kenyayê ji ber lêhiyê 136 kes jiyana xwe ji dest dane.

Li Kenyayê ji nîvê meha mijdarê heya niha baranên zêde dibarin û ev yek windahiyên canî jî zêde dike.

Derbarê vê yekê de Wezîrtiya Karê Hundirîn ê Kenyayê daxuyaniyek da û diyar kir ji ber lêhiyê 136 kes jiyana xwe ji dest dane.

Kenyayê ku bi deh hezaran kes neçar mabûn malê xwe biterikînin, hikumet 15 mîlyon dolar budçe veqetandibû û rewşa awarte îlan kiribû.

Li aliyek din Neteweyên Yekbûyî NY li Etiyopyayê ku bakurê Kenyayê ye ragihand ku li wir jî lêhî bandorê xwe çêkiriye.

NY diyar kir li Etiyopyayê ji ber lêhiyê 57 kes jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha Neteweyên Yekbûyî piştrast kir li Etiyopyayê 600 hezar kes ji ber lêhiyê ji cih û warê xwe bûne, weqayên nexweşiya kolera jî zêde bûye.

Hejayî gotinê ye ku li Somaliyê jî ji ber lêhiyê 101 kes jiyana xwe ji dest dabûn.

Li Somaliyê 2 mîlyon û nîv ji lêhiyê bandor bûbûn û mîlyonek zêdetir jî neçar mabûn koçber bibin.

Back to top button