Rêxistina Efûya Navdewletî: Parêzerên li Tirkiyê ji ber zextan li ber tunebûnê ne

“Ji ber zext û sûcên dewleta Tirk; parêzerên mafê mirovan, li Tirkiyê li ber tunebûnê ne.” Rêxistina Efûyê ya Navdewletî “Amnesty International” bi vê serenavê raporek weşand û ji zextên Tirkiyê hişyarî da.

Rêxistina Efûya Navdewletî, li dijî zextên Tirkiyê yên li ser parêzeran, bi serenavê “Parêzerên Mafên Mirovan li Tirkiyê li ber tunebûnê ne” raporek belav kir.

Rêxistinê di raoprê de, hişyariya zextên deshilata Tirkiyê li ser parêzerên karker ku di dosyaya mafê mirovan de tên kirin, da.

Rêxistina Efûya Navdewletî işaret bi fermana girtina 23 parêzerî ya 2017, girtina 50 parêzerî ya Îlona 2020 û ya Mijdara borî ku bi dehan parêzer bi hinceta girêdayî rêxistinên terorê ne, kir.

Back to top button