Zelensky : Ez rica dikim cih û warên xwe berdin û ji herêmê derkevin!

Li Rojhilatê Ukraynayê ji ber êrişên giran ên artêşa Rûs, rewş xerab e. Serokê welat Zelensky, bang li xelkê herêma Donetskê kir ku cih û warên xwe berdin. Zelensky Rûsya bi wê yekê tawanbar kir ku li dijî gel terorê pêk tîne. Li aliyê din eşkere bû ku Tirk bi rêya keştiyên Sûrî, bazirganiya genimê Ukraynayê dikin

Li Rojhilatê Ukrayna, artêşa Rûsyayê ev demek e hewl dide herêma Donbasê kontrol bike.

Ji ber vê yekê jî êrişên xwe yên li dijî bajarên herêmê zêde kirin.

Di rewşa heyî de şer û êriş herî zêde li derdora bajarê Donteskê rû didin.

Beriya 3 rojan kampa dîlên şer ên li vî bajarî bibû armanca êrişa bi moşekan.

Di encamê de 53 kes hatin kuştin û 75 jî birîndar bûn.

Ji ber êrişê, Mosko û Kievê hev tawanbar dikin.

Serokê Ukraynayê Zelensky doh bi peyameke bi dîmen, îşaret bi wê yekê kir ku rewşa li Donetskê giran e.

Zelensky di peyama xwe de anî ziman ku wan weke hikûmet têkildarî Doestskê biryareke nû daye û ev bang li xelkê bajêr kir:

Ez rica dikim, cih û warên xwe berdin û bajarê Donestkê terk bikin.

Di qonaxa heyî ya şer de, Rûsya terorê weke çeka li dijî gelan bi kar tîne.

Tirk bi keştiyên Sûrî bazirganiya genimê Ukraynayê dikin

Di vê navberê de beriya çend roja hatibû ragihandin ku keştiyeke bi genimê Ukraynayê barkirî, li pervanên Libnanê hatiye rawestindin.

Derket holê ku genim ji deverên di bin kontrola Rûsyayê de li keştiyê hatiye barkirin..

Li gorî daxuyaniya rayedarên Libnanê, keştî Sûrî ye û xwediyê genim jî kesek Tirk e..

Ji ber ku veguhestina genim bi rêyên qeçax ji xaka Ukraynayê hatiye derxistin, keşti li Bendera Libananê hate rawestandin.

Sefîrê Ukrayna li Libnanê Îhor Ostaş ragihand ku genimê li nava keştiyê ji welatê wan hatiye dizîn.

Back to top button