Piştî kuştina leşkerên wê, dewleta Tirk 2 karwanên leşkerî şandin Idlibê

Piştî kuştina 2 leşkerên wê li Idlibê, dewleta Tirk şandina piştgiriya leşkerî ji bo Idlibê zêdetir dike.

Herî dawî dewleta Tirk 110 maşîneyên leşkerî derbasî bakurê Idlibê kirin.

Li aliyekî din têkildarî geşedanên dawî yên li Sûriyê Serokê rejîma Sûrî Beşar El-Esed bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayê re axivî.

 

Duh di encama armancgirtina karwanekî leşkerî yê dewleta Tirk li ser riya M4 Heleb-Lazqiyê 2 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin.

Karwan li nêzî gundê Mihembel ê Idlibê bi 2 mayînan hat hedefgirtin.

Kuştina herdu leşkeran ji aliyê dewleta Tirk ve hat piştrastkirin.

Wezareta parastina dewleta Tirk bi daxuyaniyekê ragihand ku ”di encamê êrîşeke komên radîkal de leşkerên wan hatin kuştin.”

Piştî kuştina leşkerên Tirk, dewleta Tirk şandina piştgiriya leşkerî bo Idlibê zêde kir û bi 2 karwanên cuda, 110 maşîneyên leşkerî di dergeha Kefer Losîn re derbasî Bakur Idlibê kirin.

Bi serpereştiya çeteyên ”Tehrîr El-Şam” Tirkiyê navendên leşkerî ava dike

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov teqez kir ku hin maşîneyên endizyarî yên dewleta Tirk ji bo vekirina riya M4 bo Idlibê hatine derbaskirin û derdora 14 navendên leşkerî li ser riya navborî hatine avakirin.

Çavdêriyê destnîşan kir ku avakirina van navenda bi serpereştiya çeteyên Heyit Tehrîr El-Şam ”Cebeht Nusra” tên avakirin.

Beşar El-Esed bi Putin re axivî

Li aliyekî din têkildarî geşedanên dawî li Sûriyê, serokê rejîma Sûrî Beşar El-Esed bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Vildîmir Puitn re bi riya telefonê axivî.

Li gorî daxuyaniya Kremlin, aliyan rewşa Sûriyê, lihevkirina Putin-Erdogan û bicihanîan aramiyê li Idlibê gotûbêj kirin.

Beriya niha jî Esed û Putin bi riya telefonê agirbesta Puitn-Erdogan gotûbêj kiribûn û Esed dilrehetiya xwe anîbû zimên.

Back to top button