Binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li li ser Efrînê

Rêxstina mafê mirovan a Efrînê ji ber metirsiya vîrûsa Corona bang li rêxistinên navnetewî kir ku zextê li tirkiyê bikin daku kesên li herêmên dagirkirî girtine serbest berde.

Her wiha Rêxsitnê diyar kir ku çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê, revandina sivîlan û desteserkirina malên wan jî didomînin.

Ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa Corona, Efrînî bifikarin

Bi taybet şêniyên Efrînê ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatine girtin, ji belavûbna vîrûsê li girtîgehan pir ditirsin.

Nexwasim beriya hefteyekê hate gotin ku li Efrînê vîrûs li ser 3 çeteyan hatiye dîtin û ew derbasî nexweşxaneyên dewleta tirk kirine.

Rêxstina mafê mirovan a Efrînê ji ber vê yekê daxuyaniyek nivîskî da.

Rêxistinê ji bo pêşligirtina vîrûsê li herêmên ku di bin dagirkeriya dewleta tirkiyê û çeteyên wê de, bang li rêxsitinên navnetewî û hiquqnasan kir ku zextê li dewleta Tirkiyê bikin da ku kesên revandî werin berdan.

Rêxistinê diyar kir ku ji ber rewşên xirab yên girtîgehên çeteyan yên li Efrîn, Ezaz, Rayî, Girê Spî û Serê Kaniyê metirsiya belavbûna vîrûsê heye.

 

Çete ji ber êzîd in keçek û dayîka wê revandin

Her wiha rêxistinê diyar kir ku çeteyan 6’ê Adarê keça bi navê Xezele Selmo (23) ji gundê Birc Ebdelo yê navçeya Şêrewa dema ji serdana destgirtî xwe vedigerî, revand.

Her wiha çete piştî bi rojekê dayîka wê Gulê Xelîl Cindo jî revand.

Kesên hatîn revandin Êzîdî ne.

 

Çete mala jina 60 salî bi darê zorê desteser kir

Li aliyekî din Malpara Efrînpost jî ragihand ku çeteyan Dayîka Henan (60) ji malê wê yê li nêzî nexwaşxaniya Cîhan li bajarê Efrînê bi darê zorê derxist û desteser kir.

Çeteyan ji bo berdana Reşîd Ehmed yê ji gundê Enqelê yê navçeya Şiyê jî 2 hezar dolar fîdye ji malbata wî xwest.

Back to top button