Tevî agirbesta Rûsyayê, şer berdewam e li Idlibê

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku agirbesta li Idlibê hatiye ragihandin ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hat binpêkirin. Li hemberî agirbesta Rûsyayê, dewleta Tirk jî agirbestek ragihand û idîa kir ku 12’ê vê mehê wê bikeve meriyetê.Li aliyekî din hat ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk ji herêmên ku beriya du rojan kontrol kiribûn, vekişiyan.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, piştî şerekî dijwar ku li herêmên bi navê ”Kêmşer” rû da, agirbestek li herêmên navborî ragihand.

Rêveberê navenda Himêmîmê ya Rûsî Yûrî Borînkov bi daxuyaniyekê duh ragihand ku li herêmên ”Kêmşer” agirbestek çêbûye.

Ev agirbest di encamê hevdîtina dawî ya serokê Rûsyayê Viladîmir Putin û serokê dewleta Tirk Erdogan a li Stenbolê de, pêk hatibû.

Lê ev agirbest weke hemû agirbestên beriya niha, di saetên xwe yên destpêkê de bin ket.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku hemwextê agirbestê balafirên şer ên rejîma Sûrî li gundewarê Idlibê êrîş pêk anîn.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
RÛSYA: TEVÎ RAWESTANDINA ÊRÎŞÊN REJÎMÊ, ÇEKDARAN AGIRBEST BINPÊ KIR

Çavdêriyê diyar kir ku rejîmê bi bermîlên teqemeniyê bajarê Meret Numan û herêmên Babîla, Hentotîn, Bênîn û riya navdewletî ya Şam-Helebê bombebaran kir.

Wezareta parastinê ya Rûsyayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku tevî ku rejîm êrîşên xwe rawestandine, lê çeteyên dewleta Tirk agirbest binpê kirin û êrîşên xwe berdewam dikin.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
DEZGEHÊN RAGIHANDINÊ: ÇETE JI HERÊMÊN KU KONTROL KIRIBÛN VEKIŞIYAN

Li aliyekî din dezgehên ragihandinê destnîşan kirin ku piştî êrîşên dijwar yên rejîmê, çeteyên dewleta Tirk ji herêmên gundewarê Idlibê ku çarşema borî kontrol kiribûn vekişiyan.

Tevî agirbesta Rûsiyayê jî, wezareta Parastinê ya dewleta Tirk jî ji aliyê xwe ve idîa kir ku Yekşema bê wê li Idlibê agirbestek pêk bê.
ŞERÊ LI IDLIBÊ
TIRKIYE: YEKŞEMA BÊ LI IDLIBÊ AGIRBESTEK PÊK TÊ

Hêjayî gotinê ye ku beriya niha li herêmên ”Kêmşer” gelek agirbest hatine ragihandin û hemû jî bibinketin.

Rûsya û rejîma Sûrî jî gelek caran binketina van agirbestan bi nêzîkatiyên dewleta Tirk ve girêdan.

Leave a Reply

Back to top button