El-Debîbe: Agahiya me li ser vekişîna Rûsya û Tirkiye ji herêmê nîne

Li ser derxistina çeteyên biyanî ji Lîbyayê, gelek caran bangewazî hatine kirin. Lê di her carê de bengewazî têk çû ne û jimarê çeteyan hatiye zêdekirin.

Agahiyên lihevkirina Tirkiyê û Rûsya li ser vekişîna çeteyên biyanî ji Lîbayayê, tên gerandin. Serokwezîrê Lîbya Ebdulhemîd El-Debîbe ragihand ku agahiyên wan ji vê lihevkirinê tuneye.

Bi armanca çareseriya siyasî û aramiya li welat, 23 Hezîrana 2021′ ankonfransa 2. a Lîbya li Paytexta Almaniya Berlînê hate lidarxistin.

Rayedarên Alman û Amrîkî îdia kirin ku Rûsya û Tirkiyê li ser vekişandina çeteyên biyanî ji lîbayaye gihiştine lihevkirine

Serokwezîrê Lîbya Ebdulhemîd El-Debîbe ji ajnasa nûçeyan ya Reutersê re axivî û got:

Agahiyên min li ser lihevkirina Rûsya û Tirkiyê ji bo vekîşana çekdar û hêzên biyanî, tune ye .

Lê ger ev gav were avêtin, wê Trablûsê kêfxweş bike.

Ebdulhemîd El-Debîbe ragihand ku ji bo vekîşna tevahî çeteyên biyanî ji Lîbyayê danûstandinan didomînin.

15’ê Tîrmehê jî li bajarê New York yê DYA Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (NY) civîneke taybet li ser Lîbya lidar xist.

Carek din di civînê de bangewaziya derxistina çeteyên biyanî ji Lîbayayê, dûbar bû.

Li gorî daneyên NY li Lîbya derodra 20 hezar çete hene.

Piraniya van çeteyan dewleta Tirk ji Sûrî şandine herêmê.

Tevî hemû bangên derxistina çete û hêzên biyanî ji Lîbyayê, dewleta Tirk meha Hizêranê nêzî 500 çeteyên din yên Sûrî şand Lîbya.

Back to top button