Li Afrîkaya Başûr, di bûyerên tundiyê de 212 kes hatin kuştin, 2550 jî hatin binçavkirin

Zêdeyî 200 kes hatin kuştin.
2550 kes jî hatin binçavkirin.
Ev encama 9 rojan ji xwepêşandanên li Afîkaya Başûrin.
Çalakiyên protestoyî,veguherîn çalakiyên tûndî û talankirinê.
Aloziya li welat bi xwe re wêranî, dizî û kuştin anî.
Serokomarê Afrîkaya Başûr ragihand ku ewê ji kesên li pişt aloziyê, hesab bipirsin.

Ji 9’ê Tîrmehê ve aloziya li Afrîkaya Başûr dijwar bûye

Aramiya li welat têk diçe û dîmenên aloziyê serwer dibin.

Serokomarê Afrîkaya Başûr Cyril Ramaphosa encamên bûyerên tundiyê yên ji 9’ê Tîrmehê ve despêkirî, eşker kir.

Cyril Ramaphosa ragihand ku di xwepêşandanên tundraw û protestoyî de zêdeyî 212 kes hatin kuştin, 2550 jî hatin binçavkirin.

Li Eyaletên Kwa ZuluNatal û Juttingê ziyanên madî gihişt 161 navendên bazirganî, 11 depo, 8 kargeh û 161 cihên alkolê.

Ramaphosa diyar kir ku karê pêşî yê hikumetê aramkirina welat û despêkirina pêvajoya ji nûve avakirinê ye.

Ramaphosa: Wê hesab ji kesên li pişt bûyerê werin pirsîn

Ramaphosa got:

Wê hesab ji kesên li pişt bûyerê were pirsîn.

Ji bo pêkanîna aramiyê wê di dawiya hefteyê de jimarên leşkerên pêwendîdar bigihêje 25 hezarî.

Dema ku ewlekariya erdê ji aliyê hêzên me ve hat kontrol kirin, wê ji vê rewşê tevahî welatiyên Afrîkaya Başûr bandor bibin.

Serokomarê Afrîkaya Başûr Cyril Ramaphosa ragihandina rewşa awarte weke çareya dawî ya aloziyê dît û anî ziman ku biryarek bi vî rengî wê mafên mirovan sînordar bike.

Cyril Ramaphosa da zanîn ku wê hikûmet alikariyên xwarin û daravî pêşkêşî deverên talankirî bike û gel ji belavbûna nûçeyên derew hişiyar kir.

Piştî girtina serokomarê berê yê Afrîkaya Başûr Zuma aloziyê despêkir

Bûyerên Tundiyê li welat piştî girtina Serokomarê berê Jacob Zuma, despêkir.

Jacob Zuma ji salên 2009-2018 serokatiya Afrîka Başûr dikir.

Tê tê îdakirin ku 1999′ an ji bo îmza kirina peymana çekan ya navbera Afrîka Başûr û Şîrketa Fransa Thales تاليسmilyarek dolar bertêl wergirtiye.

Zuma di sala 2018′ an ji ber zextên giran yên partiya xwe, li ser îdîayên nelirêtiyê ji serokatiya welat îstîfa kir.

Serokomarê berê Jacob Zuma bi 16 sûcên gendelî, xapandin û qaçaxiyê, tê tewambar kirin.

Piştî girtinê bi rojekê li welat xwepêşandanên bi daxwaza serbestberdana Jacob Zûma hat despêkirin û xwepêşandanên aşîtiyane vegeuherîn çalakiyên tundî û talanê.

Back to top button