Li derodar Idlibê şer mezin dibe, di topbarana hêzên hikumeta Şamê yên li dijî herêmên çeteyên dewleta Tirk de 6 kes hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikumetê îro bi moşekan, derdora gundê Serjê yê li başûrê Idlibê hedef girtin.
Hat diyar kirin di encamê de jê 3 zarok û jinek 6 kes hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn
Hêzên hikumetê jî herêmên Benîn, Filêfil û Fitîra yên başûrê Idlibê û herêmên din ên Sehil El-Xab ên bakur rojavayê Hemayê topbara kirin.