Libnan..Di nava xwepêşandêr û polîsan de pevçûn derket

Piştî krîza salên 1970-1990 Libnan di rewşa herî aloz de ye.
Di nava 30 salên dawiyê de, bi zêdebûna nêrînên cuda û şêwazê parvekirina deshilatê li welat, Libnan ji hev xistiye.
Krîza siyasî ya ku derketî, nearamiya li welat zêde kiriye û vê yekê jî hiştiye ku krîza aborî ji bi xwere bide avakirin.
Xwepêşandêr careke din li qadan bûn.
Di pevçûnên derketin de ji xwepêşandêr û hêzên ewlekariyê 19 kes birîndar bûn.

Libnan demê xwe yê herî zehmet yê di nava salên dawiyê de dijî.

Li aliyekê krîza aborî û li aliyê din jî krîza siyasî ya ku heyî welat ji hev xistiye.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya welat NNA, ji ber rewşa nebaş ya jiyanê ku li herêma bakurê Terablusşam xwepêşandan pêk tên.

Sedema sereke ya xwepêşandanê jî nebûna benzîn û pêwistiyên tenduristiyê tê dîtin.

Artêşa welat jî ji bo pêşîgirtina xwepêşandêran bi tankan li nava bajar kom bûne.

Bi dijwarbûna pevçûnên li herêmê re, artêşê hêzên nû ji bo herêmê şand.

Artêşa Libnanê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragiahnd ku di pevçûnên li herêma Cebel Mehsîn de, 10 leşker birîndar bûne.

Tevî qeyrana aborî, li Libnanê, hêzên siyasî nikaribûn li ser damezirandina hikumetek nû li hev bikin.

Ev yek dibe sedema krîza li welat kûrtir bibe

22’ê Cotmeha 2020’an Saad El Herîrî ji bo avakirina hikumeta nû hate erkdarkirin.

Hîna rojek wext ji bo avakirina hikumetê mayî, Herîrî lîsteya xwe pêşkêşî Serokomar Mîşel Awn kir.

Herîrî herî dawî 15’ê Tîrmehê careke din derket pêşberî çapemeniyê û ragihand ku ji bo avakirin hikumeta nû ew li gel serokomar ne gihiştine encamekê.

Ji ber vê yekê jî dest ji berdana vakirina hikumetê kiriye.

Libnan ya ji aliyê dabeşkirinên siyasî ve li ser bingeha ol û mezhebên cihêreng xwediyê avahiyek pir nazik e, ji şerê navxweyî yê 1975-1990 ve krîza aborî ya herî mezin dijî.

Teqîna mezin a li Bendera Beyrûtê ku 4 Tebaxa 2020 pêkhatî, pirsgirêkên aboriyê yên li welat girantir kir û krîzek nû ya hikumetê çêkir.

Teqînê dawî li hikumeta Serokwezîr Hesen Diyab anîbû.

Bi îstifaya hikumeta Diyab ya 10’ê Tebaxa 2020’an re krîza siyasî ya heyî zêdetir bû.

Xwepêşandan û civaka Libnanê li cihê parvekirina deshilatek mezhebî daxwaza kesên zana û pêşketî di avakirina hikumetê de kirin.

Lê ji wê rojê ve krîza li welat ne hate çareserkirin û ev rewş heta îro bandorê di warê neyînî de li xelkê Libnanê dike.

Back to top button