Sullivan û Bannett bi mijara Îranê civiyan

Waşîngton û Til Evîv bi mijara peymana nukleerî ya Îranê, careke din civiyan. Amerîka hewil dide fikarên Îsraîl yên li ser danûstandinên bi Îranê re ji holê rake.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê Jack Sullivan û şandeya pêre ji bo danûstandinan li Îsraîlê ne.

Sullivan bi Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett û wezîrê parastinê û derve re civiya.

Di civîna li Til Evîvê tê lidarxistin de, armanca sereke jinavbirina fikarên Îsraîl yên derbarê danûstandinên li gel Îranê ye.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Serokwezaretiya Îsraîlê ve hat dayîn de, detayên civîna çapemeniyê ya ku Serokwezîr Naftalî Bennett û Sullivan beriya civîna li Qudsa Rojava li dar xistibûn cih girt.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê Sullivan di civîna çapemeniyê de got,

“Amerîka û Îsraîl ji bo her du welatan li ser gelek mijarên ewlehiyê di çarçoveyek krîtîk de ne.

Ji bo parastina berjewendiyên welatên xwe yên bingehîn pir girîng e ku em bi hev re rûnin û stratejiyek û perspektîfek hevpar pêş bixin û rêyekê bibînin.

Îsraîl berê jî ragihandibû ku lihevkirinek navbera welatên peymana nukleerî ya Îran û NY de wan eleqeder nake.

Balkêşe ku ev civîn piştî rawestandina danûstandinên peymanê bo demekê pêk hat.

Sullivan û şandeya pêre ku duh gihişt Til Evîvê, wê rojekê li herêmê bimêne.

Back to top button