Bermal Çem, bi boneya salvegera 11’an a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, klîbeke bi navê “Henaseya Şoreşê” derxist.
Bermal Çem diyar kir ku bingeha hest, stran û berhemê ji şoreşa ku şehîdan ava kiriye tê û ji lewma wê strana xwe diyarî hemû Şehîdên Şoreşa Rojava kiriye.
Bermal Çem derbarê klîbê de ev tişt got: “Şoreşa Rojava ji cîhanê re bû mînak.
Lewra şoreşeke wisa bû ku gelek zarok, ciwan, jin, dayik û bav di eniyên şer de bi hev re bûn şehîd.
Bajar bû mîna goristanê lê li ber hêzên faşîst ên mîna DAÎŞ’ê û dewleta Tirk şoreşeke fedaiyane û bêhevta hat pêkanîn.”
Bermal anî ziman ku hestên yên ku hestên şoreşê gihandin dîrok û pêşerojê û ev şoreş gihand hemû cîhanê şehîdên me ne û got:
“Ez strana xwe dikim diyarî ji hemû şehîdên Rojava re.”
Gotinên Klîbê Medya Doz nivîsiye, muzîka wê Bermal Çem û sererastkirina wê jî Hadî Morardî kiriye.