Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê di 5’ê Nîsanê de pêngaveke hişyarkirina ji madeyên hişbir dabû destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de semîner û civîn ji tevahî beşên civakê re hatin lidarxistin.
Pêngav îro bi atolyayekê bi dawî bû. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî atolyayê bûn.
Di axaftinan de hate gotin, madeyên hişbir roleke mezin di hilweşandina nirxên civakê û têkbirina îrade û azadiya wê de dilîze.
Her wiha hişbir wekî alava şerê taybet a ji bo têkbirina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê bikaranîn.
Ji pêşniyarên hatine girtin ev in:
Rewşa zarokên li sûkan kar dikin dê were şopandin û rê li ber xebitandina zarokan were girtin.
Divê li dibistanan, bi taybet ên keçan beşê şêwiran dirûnî were vekirin.