BERXWEDÊR CEMAL KOBANÊ BI LEZGÎNÎ RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ

Çalakger di pêvajoyeke kirîtîk de derbas dibin û rewşa tendrustiya wan giran dibe. Herî dawî jî Cemal Kobanê ji ber rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bû ew bi lezgînî rakirina nexweşxaneyê.

Cemal Kobanê ji bo bidawîbûna tecrîdê tevî sê çalakgeran li Berlînê ev 113 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Doh êvarê rewşa wî ya tenduristiyê giran bû.

Lewma ambûlans û doktor bi lezgînî li cihê çalakiyê ew kontrol kirin.

Ji ber ku rewşa wî ya tenduristiyê giran bû, kedkarên tenduristiyê biryar dan ku wî bibin nexweşxaneyê.

Doktoran diyar kir, organên hundirîn ên Cemal hindik mane ku bi temamî têk biçin û pêşniyara tedawîkirinê lê kirin, lê belê Cemal tedawî red kir.

Cemal Kobanê ava ku wezîfedarên tenduristiyê li nexweşxaneyê dan wî jî red kir û xwest biçe gel hevalên xwe yên di grevê de ne.

Cemal diyar kir ku ew bi biryar e çalakiya xwe bidomîne.

Her wiha 14 çalakgerên li Strasbourga Fransayê û Îmam Şîş li Gellara BIrîtaniyayê ev 156 roj in di grevê de ne.

Çalakger Yuksel Koç, Kerem Solhan û Gul6istan Çiya Îke rakiribûn nexweşxaneyê lê tedawî qebûl nekiribûn û çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin.

Leave a Reply

Back to top button