Artêşa Wetenî ya Lîbyayê karwanekî çeteyên dewleta Tirk kir hedef

Artêşa Wetenî ya Lîbiyayê ragihand ku wan karwanekî çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku xwedî nasnameyên Sûrî ne li Terablusê kir hedef.

Ofîsa ragihandinê ya fermandariya giştî ya hêzên Lîbiyayê ragihand ku wan deverên çekdarên hikumeta Wîfaqê li Terabulisê kir hedef.

Hat ragihandin ku di êrîşan de ambarên çek û zexîreyan hatin hedefgirtin.

Her wiha karwanekî çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên xwedî nasnameya Sûrî, dema ji baregeha Mi’êtîqayê ya leşkerî dihatin veguhestin, hatin hedefgirtin.

ji aliyê xwe ve rêveberiya balafirgeha Mi’îtîqayê ya navdewletî di cara duyem de çûnûhatin û tevgera li balfirgehê da rawestandin.

Leave a Reply

Back to top button