Balafirên şer ên Rûsyayê gundewarên Idlib û Lazqiyê bombebaran kirin

Balafirên şerê yên Rûsyayê li gundewarê Idlibê herêmên bi navê ”Kêm Şer” bombebaran kirin.

Balafirên şerê yên Rûsyayê derdora Merenad li gundewarê Cisir Şixûr û hin herêmên din li Cebel Ekrad li gundewarê Lazqiyê bombebaran kirin.

Her wiha hêzên rejîma Sûrî jî herêmên li bajarê Meret Numan jî bombebaran kirin.

Li bejahiyên Qesabiya û Kerkerat li gundewarê Idlibê şerekî bejahî navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên rejîmê de rû da.

Têkildarî encamên şer ti agahî nehatin parvekirin.

Leave a Reply

Back to top button