Parêzerên Girtiyên Behdînan: Li dijî girtiyan şerê derûnî tê kirin

Parêzerê Girityên Behdînan Karzan Reşîd diyar kir ku li dijî girtiyên siyasî şerê derûnî tê meşandin.

Parêzerê Girityên Behdînan Karzan Reşîd têkildarî rewşa aktîvîst û rojnamegerên Behdînan ên ji aliyê PDK ve hatine girtin ji Rojnews’ê re axivî û got: “Rewşa girtiyan di girtîgehê de xirabe. Ji ber ku weke girtiyek asayî nêzî wan nabin.

Zextên derûnî li ser wan in. Yan jî şerê derûnî li hemberî wan tê kirin.

Bi awayê ku piraniya caran ji girtiyên din cuda dikin û di hûcreyên yek kesî de dihêlin.”

Karzan Reşîd diyar kir ku divê herkes bibe dengê girtiyan û pêşî li zextên li ser wan bigirin.

Back to top button