“Hin aliyên siyasî dijî Êzidiyên li Şengalê di nava komployê de ne”

Serokê Fraksiyona Êzidiyan ya li Parlamentoya Iraqê bertek nîşan da û got: “Hinek aliyên siyasî dijî Êzidiyên li Şengalê di nava komployê dene.” Berpirsê ofîsa Rizgarkirina Êzidiyên hatine revandin jî bang li hikumeta Iraqê kir da ku ji bo dîtina Êzidiyên hatine revandin, hîn zêdetir bikeve nava liv û tevgerê.

Piştî biryara Iraqê ya anîna malbatên DAIŞ’ê li Şengalê gelek çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin û gel bertek nîşanî wê biryarê dan.

Medya PDK’ê jî ji bo reşkirina çalakiyên Êzidiyan bi nûçeyek derew ragihand ku li Şengalê xwepêşanderan mizgeft şewitandine.

Lê piştî ku derkete holê nûçeyên heyî nerastin li dijî nûçeyên derew û piravakasyonên PDK’ê heta niha jî bertek berdewamin.

Serokê Fraksiyona Êzidiyan ya li parlamentoya Iraq’ê Nayîf Xelef Sîdo

Serokê Fraksiyona Êzidiyan ya li Parlamentoya Iraq’ê Nayîf Xelef Sîdo derbarê mijarê de ji medya Iraqê re axivî.

Nayîf Xelef diyarkir ku vegerandina malbatên DAIŞ’ê ya ji bo Şengalê, zindîkirina hestên Êzidiyan bû û wiha got:

“Hinek aliyên siyasî dijî Êzidiyên li Şengalê di nava komployê dene, ti êrişek ser mizgefta Rehman ya li Şengalê ji aliyê Êzidiyan ve nehatiye kirin.

Êzidî ditirsin carek din aliyên tundrew koçî herêmê bibin, ti hewldanek hikumetê ya di berjewendiya Êzidiyan de nîne û êşên wan dewam dikin.

Pêwîste hikumet li pey mijara Êzidiyan biçe.”

‘Divê hikumeta Iraqê hîn zêdetir ji bo êzidiyên hatine revandin lez bike’

Berpirsê ofîsa Rizgarkirina Êzidiyên hatine revandin Xeyrî Buzanî jî têkildarî rewşa Ezidiyan ji medya Iraqê re axivî.

Xeyrî da zanîn Êzidiyên hatin revandin û hatine şehîdxistin, zêdetirî 5 hezar kesin û got:

“Cenazeyê dehan şehîd li 83 gorên komî yên li Şengalê hatine dîtin, ji bilî wan dehan gorên kesî hene.

Herwiha tê gotin beşek Êzidiyên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin, niha li wargeha Holê ya Suriyeyê dene.”

Xeyrî Buzanî bang li hikumeta Iraqê kir da ku ji bo dîtina Êzidiyên hatine revandin, hîn zêdetir lez bike.

Back to top button