leşkerên dewleta Tirk li gundê Qaşqol yê wanê ciwanek bi hovane kuştin

Di temenê xwe yê zarokatiyê de, neçarma barê malê bigre ser xwe.

Di bihara temenê xwe de, li cihê ciwantiya xwe jiyan bike her kar kir.

Tenê ji bo karibe debara jiyana malbata xwe pêk bîne.

Em qala ciwanê 20 salî Emrah Gorur yê ji gundê Qaşqol a Wanê dikin.

Ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve bi awayekî hovane hat kuştin.

 

Li gundê Qaşqol a navçeya Elbakê ya Wanê, di encama gulebarandin leşkeran de ciwanê 20 salî Emrah Gorur hate kuştin û Saîm Yilmaz bi giranî birîndar bû.

Yilmazê bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêma Wanê.

Cenazeyê Gorur jî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê.

Hat zanîn cenazeyê Gorur ji bo otopsiye wê bişînin Wanê.

Şêniyên herêmê, têkildarî bûyerê, diyar kirin ku leşkeran gule barandin û di encamê de Gorur jiyana xwe ji dest da.

Şêniyan dazanîn ku Gorur di dema zivî av dida û heywanên xwe di çêrandin de bi şalgerdanê hatiye fetisandin û piştre gule lê hatiye reşandin.

Hat hîn bûn ku Gorur ê berî 3 salan bavê xwe wefat bûbû, li dayik û 7 xwişk û birayên xwe mêze dikir.

Back to top button