Hikûmeta AKP-MHP’ê piştevaniya ji bo mexdûran asteng dike

Dewlata tirk a ku bû sedema bi hezaran kesan, niha jî li pey ji holê rakirina piştevaniya HDP’ê, sazî û rêxistinên sivîl a ji bo mexdûrên erdhejê ye. Navenda alîkariyê a bazarcixê ku dewletê qeyûm danî bû ser, hate valakirin û ew veguhestin depoya AFAD’ê Li hatayê jî Cigîrê walitiyê xwest ku navenda alîkarî û piştevaniyê ya li Parka Sevgiyê were valakirin

Di 7’ê Sibatê de Hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê, barhilgira alîkariyê ya Şaredariya Panosê ya HDP’ê desteser kiribû.

Hevşaredara Panosê Muşerref Geçer û Rêveberê HDP’ê yê Agiriyê Cemal Akar derbarê mijarê de ji ANF’ê re axivîn.

Hevşaredara Panosê ya HDP’ê: Bi hincetên pûç alikarî desteser kirin

Muşerref Geçer bal kişande ser seferberiya alikariyê ya şaredariya wan û got: “Hîna di kêliya destpêkê de bi hin hincetan wesayîtên me rawestandin û desteser kirin”

“Hêzên dewletê û komeleya ÎHH”ê peşî li alikariyan girt”

Rêveberê HDP’ê yê Agiriyê Cemal Akar jî ragihand ku hêzên dewletê û komelaya ÎHH’ê pêşî li welatiyên ku alîkarî ji bo HDP’ê anîbûn girtine û got: “Me li Agiriyê 15 tir alîkarî şandin.

Hevalên me yên ku dixwestina alîkariyê bişînin, bi gotina ‘Hûn çima ji HDP’ê re dibin’ hatin astengkirin.”

Qeyûm alîkariyên gel ên ku desteserkirin veguhest depoya afad’ê

Li navçeya Bazarcixa Mereşê jî di 15’ê Sibatê de Qeymeqamê navçeyê bi biryarekê qeyûm da ser navenda alîkariyê ya mala Gund a Hasankoca.

Lê belê qeyûmê li navendê hatiye tayînkirin, di nava 12 rojan de alîkarî neda yek gundekî jî.

Şêniyên gund gotin; “Tenê car bi car li wesayîtên taybet ên kesên nêzî xwe alav barkirin û ji bilî vê tiştek nekirin.

Şeniyan ragihandin ku qeyûm û kesên pê re duh jî tevahiya alîkariyan li kamyonan bar kirine û ji gund çûne.

Îro derket holê ku Qeyûm alikariyên gel aveguhestiye depoya AFAD’ê ya li navendê.

Cîgirî waliyê hatayê xwest navenda piştevaniyê were valakirin

Li Hatayê jî ku yek ji bajarên di erdheja Mereşê de herî zêde hilweşiya ye, navenda piştevaniyê tê valakirin

Cîgirê Waliyê Hatayê Harûn Kaya û polîsên li gel, çûn Parka Sevgiyê ya Defneyê.

Cîgirê Walî xwest ku navenda alîkarî û piştevaniyê ya li Parka Sevgiyê were valakirin.

Berteka welatiyan bo cîgirê walî: Werin canê me jî ji me bistînin

Dema Kaya xwestî park bê valakirin gelê navçeyê bertek nîşanî wî û polîsan da û gotin: “Êdî bes e. Werin canê me jî ji me bistînin da ku em jî êdî rizgar bibin.”

Back to top button