Der barê salvegera êrişê de Meclisa taxên Şêmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin bi hevgirtin û xwîşk û biratiya gelan êriş hat têkbirin.
Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê ya li Taxa Şêxmeqsûd bi amadebûna rûspiyên her du taxan û nûnerên saziyên sivîl hate dayîn.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser Berxwedana Şêxmeqsûdê û hevgiritna gel û şervanan a li dijî çeteyan ku di encam wê de serkeftineke mezin hate bidestxistin û hemû planên hêzên li pişt çeteyan hatin têkbirin.
Her wiha hate gotin Taxa Şêxmeqsûd ji destpêka tevgera azadiya kurdistanê ve li ser fikir û felesefeya Rêber Ocalan bûye dibistaneke perwerdeyê û mînaka biratiya gelan e.
Di daxuyaniyê de hemû şehîdên berxwedana Şêxmeqsûdê hatin bibîranîn û soza şopandina rêya wan hate dayîn.