Li navçeya Raco dagirkeran sivîlekî 67 salî di bin êşkenceyê de kuşt

Bi nêzîkbûna salavegera dagirkirina Efrînê, hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî Efrîniyan didomin.
Dagirkeran li gundê Meydan Ekbez ya navçeya Reco sivîlekî 67 salî di bin êşkenceyê de kuşt, li navçeya Şera jî cenazeyê ciwanekî 32 salî kuştî hat dîtin.
Li gel wê, dagirkeran derdora 11 hezar darên zeytûnê yên şêniyên navçeya Şera desteser kirin.

Bi nêzîkbûna salavegera 3. a dagirkirina Efrînê, sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî Efrîniyan her diçe zêde dibin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, çeteyên dewleta Tirk a dagiker şêniyê bi navê Şêxmûs Qasim Mistefa yê 67 salî yê ji gundê Meydan Ekbez ê navçeya Raco kuşt.

21’ê Sibata derbasbûyî, çeteyan bi ser gundê Meydan Ekbezê de girt û 4 sivîlên bi navên Şêxmûs Qasim Mistefa, Seîd Qenber û Mihemed Xelîl Hac Şêxo bi tewanên ne-rast revandin.

Navê kesekî hate revandin jî nehat zanîn.

Hat diyar kirin ku Şêxmûs di girtîgeha çeteyên bi navê Feyleq El-Şamde piştî 14 roj ji êşkenceyê hate kuştin.

Li navçeya Şera ciwanekî 32 salî kuştî hat dîtin

3’ê Adarê jî, li navçeya Şera, şêniyê bi navê Elî Ehmed Nûrî yê 32 salî yê ji gundê Kefer Rûmê di nav zeviyê de kuştî hat dîtin.

Rêxistina Mafên mirovan a Efrîn-Sûrî diyar kir ku ji dema dagirkirina Efrînê ve, gelek sivîl hatine kuştin.

Li navçeya Şera çeteyan 10 hezar û 784 darên zeytûnê desteser kirin

Li aliyekî din, çeteyên dewleta Tirk a dagirker derdora 60 zeviyên zeytûnê yên li navçeya Şera desteser kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku çeteyên koma bi navê “Sultan Murad” yên girêdayê dewleta Tirk zeviyên zeytûnan ên şêniyên gundê Meydankê yên ku hatine koçberkirin desteser kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî jî, hejmara darên zeytûnê yên di nav van zeviyan de zêdetirî 10 hezar û 784 e.

Back to top button