Di ecamnameya G20 de ji ber Ukrayna bertekên dijî Rûsya

Lûtkeya lîderên G20 bi encamnemayekê bi dawî bû.
Di encamnameyê de bi tundî li dijî êrişkariya Rûsya li ser Ukrayna bertek derket.

Danazana dawî ya Lûtkeya Lîderên G20 ku li Balî ya Endonezyayê hat lidarxistin û 2 rojan dewam kir, hat weşandin.

Di danezanê de bi tundî li dijî êrîşên Rûsyayê yên li Ukraynayê hate derketin.

Her wiha hat xwestin ku Rûsya bê şert û merc ji Ukraynayê vekişe.

Daxuyaniya “Piraniya endaman şerê li Ukraynayê şermezar kirin” ya di danazanê de dide xuya kirin ku Rûsyaya yek ji endamên G20 e, li dijî hin daxuyaniyên ku tê xwestin di metnê de bên vegotin dike.

Helwesta Çîn û Hîndîstanê ya di danezana G20’an de ne diyare.

Meha Adarê ji biryareke bi heman rengî ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hatibû weşandin û li wir herdû welat bêalî mabûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Derbarê rewş û cezayan de nêrînên din û nirxandinên cuda hene.”

Di danezana dawîn de ku tê gotin xetereya çekên nukleerî “nayê qebûlkirin” tê xwestin ku li gorî hiqûqa navneteweyî tev bigere.

Sê çavkaniyên dîplomatîk ên cihêreng ji ajansa Reutersê re ragihandin ku ev daxuyanî ji hêla hemû endamên G20 ve hatî pejirandin.

Nûnerekî Alman ku ji ajansê re axivî, diyar kir ku pêşnûmeya roja Sêşemê hat weşandin, bêyî ti guhertinan hat qebûlkirin.

Di deklerasyonê de her wiha hat ragihandin ku bankayên navendî yên welatên G20’î wê li gorî pêwîstiya sînordarkirina bandora xwe ya li ser welatên din, li ser sererastkirina leza tundkirina polîtîkayên xwe yên diravî bidomînin.

Welatên G20 soza xwe dubare kirin ku xwe ji guheztina zêde ya rêjeya danûstendinê dûr bixin.

Back to top button