Partiya Çep a Kesk 4. kongreya xwe ya mezin lidarxist

Partiya Çep a Kesk 4. Kongreya xwe ya Mezin bi dirûşma “Ji bo azadiyê” li bajarê Enqere yê Tirkiyê lidarxist.
Navê partiyê hate guhertin bû HEDEP. Hevserok jî bûn Tûncer Bakirhan û Tûlay Hatimogullari.
Her wiha di kongreyê de daxwaza azadiya Rêber Apo û naskirina statuya Rojava hat kirin.

Partiya Çep a Kesk 4. Kongreya Mezin a Asayî bi dirûşma “Ji bo azadiyê” li Eywana Werzîşê ya Ataturkê ya Enqerê a Tirkiyê li dar xist.

Ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi hezaran kesî di saetên serê sibê de berê xwe dan eywana kongreyê.

Welatiyan di ketina kongreyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.

Ji ber ku li hundir cih nemabû, bi hezaran kes li derve man. Gelek nûnerên sazî û partiyan û kesayet jî beşdarî kongreyê bûn.

Rojeva sereke ya kongreyê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û destûra bingehîn bû.

“Em ê tecrîdê bişkînin û birêz Ocalan wê azad bibe”

Di destpêka kongreyê de Meral Daniş Beştaş ku ji bo serokatiya dîwanê hate hilbijartin, wiha got:

“Tu kes nikare meşa me ya azadiyê bifetisîne. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî vê têkoşînê bidomînin.

“Em silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin. Em ê tecrîdê têk bibin û Birêz Ocalan dê azad bibe.”

“Em ê li hemû qadan têkoşînê mezin bikin”

Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin û Çîgdem Kiliçgun Uçar jî di kongreyê de axivîn.

Îbrahîm Akin da zanîn ku kongreya wan piştî derbaskirina gelek astengiyên mezin hate lidarxistin û got,

“Divê em di hemû qadên civakî de bi hev re têbikoşin. Em ê xwe, partiya xwe û gelê xwe birêxistin bikin.”

“Serketina me têkoşîna me ya hevpar e”

Hevberdevk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî kongre silav kir û got;

“Me li dijî êrişan qadeke berxwedanê ava kir, mezin kir. Serkeftina me ya herî mezin, têkoşîna me ya hevpar e. Em ê bi hevre bi ser kevin.”

“Divê statuya Rojavayê Kurdistanê bê naskirin”

Namzetê Hevserokatiya Giştî Tuncer Bakirhan jî di kongreyê de axivî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojava.

Bakirhan got;

“Li ber çavên cîhanê li Rojava mizgeft, warên jiyanê û nexweşxane tên bombekirin. Li pêş çavê cîhanê dixwazin li Rojava ku bi milyonan kes lê dijîn, paqijiya etnîkî bikin.

“Divê cîhan nebin şirîkê vî sûcî. Em bang dikin ku Statûya Rojava bê nas kirin.”

“Li Îmraliyê tecrîdeke giran heye divê herkes li ber rabe”

Bakirhan bal kişande li ser tecrîda li Îmraliyê jî û wiha got,

“Li îmraliyê tecrîdeke girankirî heye. Sedema tecrîdê jî hewldanên Ocalan ên çareseriyê ne. 3 sal in tecrîda giran didome.

Divê herkes li ber vê tecrîdê rabe. Em ji bo birêz Ocalan azadiyê dixwazin.”

“Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcê şer dike”

Namzeta Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka hemû gelan e û got;

“Astengiya mezin a li pêşiya çareserkirina pirsgirêka kurd, tecrîda li ser birêz Ocalan e. Ev 32 meh in tu agahî jê nayên girtin. Divê tecrîd tavilê rabe û birêz Ocalan azad bibe.”

Tûlay bal kişande li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî başûr û rojava jî û got,

“Qadên sivîlan tên bombebarankirin, dewleta Tirk sûcê şer dike.”

Navê nû ‘HEDEP’ hevserok jî Tuncer Bakirhan û Tûlay Hatîmogûllari

Li aliyê din di kongreyê de navê partiyê weke Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) hate guherandin.

Tulay Hatîmogûllari Oruç û Tuncer Bakirhan weke Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê hatin diyarkirin.

Back to top button