Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê SûrÎ civîna xwe ya asayî li avahiya meclisê ya navçeya Eyn Îsa ya kantona Girî Spî li dar xist.
Meclisa Giştî pêşniyara ku Mûdîriyeta Bazirganiyê ya girêdayî Desteya Çandî û Aborî tev li Desteya Darayî were kirin, pêşkêş kir.
Pêşniyar piştî nîqaşê bi piraniya endaman hat qebûlkirin.
Piştre rêziknameyên Desteya Karûbarên Civakî û Desteya Darayî hate xwendin.
Piştî nîqaşn û pêşniyaran li ser rêziknameyan di warê qanûnî de Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser rêzikname erê kir.
Meclisa Giştî beriya niha rêziknameyên desteyên “Hundirîn, Çand, Çiwan û Werzîşê” erê kirbûn.