Li bajarê Belh yê Efxanistanê teqînek pêk hat.
Di encamê de, waliyê Talîbanê ji bo bajar erkdar kirî û 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Polîsên bajarê Belh li ser mijarê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê:
“Îro saet 09.00’an de ji ber teqîna ku li qata duyemîn a walîtiyê pêk hat, Waliyê Mewlewî Muhamed Dawud Muzamil û 2 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.”
Hat diyarkirin ku polêsan lêpirsîn daye destpêkirin û agahiyên ku bêne girtin wê bi raya giştî re were parvekirin.
Muzamil bû yek ji rêveberên herî payebilind ê ku ji Tebaxa 2021’an ve ku Talîbanê welat kontrol kirî û heta niha jiyana xwe ji dest dayî.
Heta niha sedema teqînê nayê zanîn.
Di nava demên dawiyê de, çeteyên DAIŞ’ê berpirsatiya çend êrîşên mehên dawî li Efxanistanê girt ser xwe.