NY: Zehmete ku peymana Korîdora Genim bikeve meriyetê

Peymana Korîdora Genim ku par di navbera Rûsya û Ukrayna yê de hat îmzekirin, hişt ku bi milyonan ton genim li cîhanê belav bibe.
Lê Rûsya di meha Tîrmehê de ji vê peymanê vekişiya.
Ji wê demê heta niha bi rêya Neteweyên Yekbûyî NY ji bo peyman bikeve meriyetê hevdîtin tên kirin.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres diyar kir ew armanc dikin ku Rûsya û Ukrayna rê bidin bazirganiya hev, lê ev yek pêkan xuya nake.

Ukrayna û Rûsya ji welatên di rêza yekem yên hinardekirina genim bû derve de ne.

NY ji ber êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna wê bi derxistina krîza xwarinê ya cîhanê sûcdar dike.

Ji aliyeke din ve Rûsya jî îdia dike ku NY li gorî peymanê tev negeriyaye û sozênji bo hinardekirina wê ya di genim û gubreyê de pêk ne aniye.

Rûsyayê diyar dike ku li ser hinardekirina xurek û gubreyê biryara cezakirinê heye û ev astengkirina pergalên peredanê, lojîstîk û sîgortayê bazirganiya wan zehmet dike.

Neteweyên Yekbûyî ragihandibû ku ji bo peyman pêk were ew ê hewil bidin ku bazirganiya bi Rûsyayê re hêsan bibe.

Di meha Tebaxê de Ukraynayê ragihandibû ku wê rêyeke alternatîf çêkiriye û heta niha 700 hezar ton genim di vê rêyê re hatiye veguhestin.

Di çarçoveya peymanê de, mîqdara genimê ku hatiye veguhestin nêzîkî 33 milyon ton bû.

Back to top button