“Li dijî êrişan divê yekîtiya Kurdî bê avakirin”

Welatiyên Hewlêrê li dijî bombeberan û topbaranên Îran û Tirkiyeyê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe anîn ziman û diyar kirin ku dewleta Tirk berdewam xaka Kurdistanê bombebaran dike û li dijî êrişan daxwaza yekîtiya neteweyî kirin.

Welatiyê Hewlêrê Sîrwan Necim diyar kir ku rojane xaka Başûrê Kurdistanê tê topbaran kirin û got:

“Rojane welatî ji aliyê dewleta Tirk ve tên hedef girtin.

Lewma daxwaz dikin ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraq li hemberî van êrişan helwestê nîşan bide.”

Welatiyê bi navê Sefadîn Ehmed êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got:

“Gelek dijminên gelê Kurd hene.

Welatên Tirkiye û cîran dijminên gelê Kurd in.

Divê gelê Kurd û rêveberên Kurd li hemberî dijmin yekgirtin hebe.

Xaka Kurdistanê ji dagirkeran biparêze.”

Welatiyê bi navê Tehsîn jî wiha axivî: ”

Divê gelê Kurd û hêzên siyasî li hemberî dagirkeran û dijmin yekdeng û yek helwest bin.

Back to top button