Şengalî: Rêber Apo hêviya azadiyê ye

Endamên Meclisên Gel ên Şengalê tecrîda li ser rêber Apo şermezar kirin û ew bi hêviya azadiyê bi nav kirin.

Endamê Meclisa Gel a Duhola Heyder Hesen tecrîda li ser Rêber Apo wekî neheqiyeke mezin bi nav kir û got:

“Ew ne tenê serokê Kurdistanê ye, serokê hemû gelên bindest e. Bes e ji vê zilm û zordariya li ser Rêber Apo re.”

Hesen, bertek nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî jî da û anî ziman ku mafê mirovan tenê li ser ziman heye.

Endamê Meclisa Gel a Duhola Seydo Mirad Musa jî dibêje tişta ku Rêber Apo ji Şengalê kir nayê pênasekirin.

Seydo Mirad Musa rêber Apo bang li Êzdiyan kir ku ji bo azadiya wî di nava çalakiyan de bin.

Endamê heman meclisê Guhbel Swarî Xidir jî bi hêviya azadiyê bi nav kirin û banga azadiya wî kir.

Back to top button