Platforma Jin a Ekolojî ya Rojava bi bûneya roja Hawridorê ya Cîhanî daxuyaniyek da û diyar kir ku pêwîste zîhniyeta ekolojîk were pêşxistin.
Li Kobanê jî bi heman bûneyê pêşengehek gul û daran hate vekirin.
Platforma Jin a Ekolojî ya Rojava bi boneya 5’ê Hezîranê Roja Hawridorê ya Cîhanê li devera Siwêdikê ya Dêrîka Hemko daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji aliyê Endama Kongra Star a Dêrikê Hediye Mehemd ve hat xwend.
Hediye Mehemd diyar kir ku sedema tevahiya pirsgirêkan zîhniyeta dewlet û bi taybet jî pergala kapîtalîzmê ye û wiha anî ziman:
“Di asta herî jor de û bi awayekî herî xirab bikaranîna zanist û teknîkê mirovahî aniye rewşa niha.
Bi mebesta qezanca zêde mudaxeleyî her tiştî dike.
Eger ev pirsgirêkên hawirdorê bên paşguhkirin, wê eko-sîstem bi metirsiyek mezin re rû bi rû bimîne.
Hediye da zanîn ku ji ber van pirsgirêkan mirovahî bi karesetek hawirdorê re rû bi rû ye.
Hediye Mehemed dawiyê, diyar kir ku pêwîste zîhniyeta ekolojîk bê belavkirin û her xebatek biçûk û mezin girîng were dîtin.
Piştî daxuyaniyê kesên tevlî çalakiyê bûne, derdor ji gilêş paqij kir.
Platforma Jin a Ekolojî ya Rojava bi minasebeta rojê, wê heta 11’ê Hezîranê li deverên cuda semîneran lidar bixe.
Li Çilaxa tax û kolan hate paqijkirin
Li navçeya Çilaxa jî endamên kongra Star pêngavek paqijiyê da destpêkirin.
Pêngav bi dirûşmeya ‘Ber bi hawirdorek paqij ve’, kolan û taxên navçeyên paqij kirin.
Kobanê-Bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê Pêşangeha Gulan hat vekirin
Li aliyê din, Desteya jîngehê ya Herêma Firatî jî bi heman boneyê pêşengeheke gul û daran vekir.
Pêşangeh bi dirûşma “Gul bedewbûna malan in” li şitilgeha Miştenûrê ya li Kobanê hatiye vekirin.
Hevserokê Desteya Jîngehê ya Herêma Firatê Arif Balî di vekirina pêşangehê de axivî û diyar kir ku ji ber şeran û bikaranîna çekên kîmyewî jîngeh bi xetereyan re rû bi rû ye.
Arif Balî banga parastina xwezayê li şêniyan kir û anî ziman ku li jîngeha paqij mirov bi silametî dijîn.
Piştî axaftinê beşdaran di nav pêşengehê de geriyan.
Pêşangeh dê 2 rojan dewam bike.



