Bi boneya Roja Jîngehê li Silêmaniyê dar û gul hatin çandin

Bi boneya Roja Cîhanî ya Jîngehê, li seranserê Başûrê Kurdistanê dar tên çandin û çalakiyên cûrbecûr tên lidarxistin.
Bi pêşengtiya şarewanî û rêveberiya baxçeyan a Silemaniyê dest bi pêngavek ya çandina dar û gulan hat kirin
Li navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Silêmaniyê ve jî ciwanek 200 şitlên dar bi ser malên navçeyê belav kir.

Di sala 1973’yan de ji bo parastina jîngehê Neteweyên Yekbûyî (NY) 5’ê Hezîranê weke roja jîngehê diyar kir.

Salane jîngehparêz bi armanca parastina jîngehê di vê rojê de çalakiyên cûda cûda lidar dixin.

Bi vê boneyê îro li seranserê Başûrê Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin.

Li Silêmaniyê bi pêşengtiya şarewanî û rêveberiya baxçeyan dest bi pêngavek ya çandina dar û gulan hat kirin.

Rêveberê Rêveberiya Baxçeyan a Silêmaniyê Behroz Salar derbarê pêngavê de axivî.

Behroz Salar diyar kir di rojên bê de jî ew ê vê pêngava çandina dar û gulan dewam bikin.

Silêmanî-Ciwanek mal bi mal 200 şitlên daran belav kir

Li navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Silêmaniyê ve jî ciwanek 200 şitlên dar bi ser malên navçeyê belav kir.

Ciwanê bi navê Fazil Ehmed ku pêşengtiya pêngavê dike got; “Îro bi boneya roja Cîhanî ya Jîngehê, me xwest ji bo jîngehek hîn paqij û xweştir, dar biçînin.

Em tenê dixwazin rêjeya şînatiyê zêde bikin.”

Welatiya bi navê Nermîn Elî jî li ser pêngavê hestê xwe wiha anî ziman:

“Ev pêngavek başe, sîmayê taxan wê were guherîn û şîn bibe.

Divê em hemû tevlî pêngavên bi vî awayî bibin û rêjeya şînatiyê zêde bikin.”

Platforma Jin a Ekolojî: Pêwîste zîhniyeta ekolojîk were pêşxistin

Back to top button