Dergehê Sêmalkyê îro hat vekirin

Vê sibehê û piştî nêzîkî 3 hefteyan, Deriyê Sêmalkayê li pêş bazirganî, rêxistinên mirovî û çûnûhatina mirovan hat vekirin.

Îro saet 9’ê sibehê, kamyonên madyên jiyanî yên ku li hêla Başûrê Kurdistanê rawestiya bûn, derbasî hêla Rojava bûn.

Di heman demê de, gelek nexweşên ku li bend vekirina derî bûn, derbasî Başûrê Kurdistanê bûn.

Li gor biryarê, dê rojên şemî, duşem û çarşemê dergeh wekî berê vekirî be.

Deriyê Sêmlakyê, roja 11’ê gulanê bi biryareke yekalî a Pêşxabûrê ango ya Başûrê Kurdistanê bi temamî hat girtin.

Li gor nûçegihanê me ji Sêmakayê, wê civînek di navbera herdu aliyan de were lidarxistin û têkildarî mekenîzmeya dergeh gotûbêj bikin.

Back to top button