Li Silêmaniyê banga azadiya Rêber Ocalan hat kirin

Li parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, bi boneya Roja Aşitî ya Cîhanê çalakiyek pêk hat û banga azadiya Rêber Ocalan hat kirin.

Îro li Parka Azadî ya Silêmaniyê, bi pêşengtiya Komîteya Azadî ji bo Ocalan çalakiyek ji bo 1’ê Îlonê Roja Aşitî ya Cihanê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de Gruba Aşitî, Gruba Wijdan, Eniya Demokrasiya Gel, Kongreya Netewî ya Kurdistanê, nûnerên partiyên parçeyên din ên Kurdistanê beşdar bûn.

Di çalakiyê de gelek peyam hatin dayîn û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin.

Back to top button