Li Tebqayê ciwanan gefên kuştina Rêber Apo şermezar kirin

Ciwanên Tebqayê gefa kuştina Rêber Apo şermezar kirin û banga xwedîderketina li rêbertî kirin.

Li dijî nameyên gefa kuştina Rêber Apo Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtîya Jinên Ciwan ên Tebqayê daxuyanî dan.

“Dewleta Tirk a dagirker bi nameyên gefxwarinê dixwaze zextê li Rêber Apo bikin ku di doza me de tawîzan bide.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya vê hovîtiya li ser Rêber Apo dimeşîne dixwazê îradeya wî tune bike.

Lê Rêber Apo ev 25 salin li hemberî her cure sûc berxwedaniyeke dîrokî dimeşîne, ev jî ji bo me cihê serfîrazîyê ye.

Rêber Apo ji bo hemû gelên azadîxwaz û bi taybetî ciwanan xeta sore, em ê li hemberî vê yekê bê deng nemînin.”

Ciwanan bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûrî kir ku tekoşîna xwe li hemberî faşizmê bilind bikin.

“Binpêkirina tenduristiya rêbertî tê wateya ragihandina şer”

Back to top button