CPT: Di êrişên dewleta Tirk de 10 welatiyên sivîl şehîd bûne

Tîma aştîxwaz a Xirîstiyan CPT a Kurdistana Iraqê encama êriş û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê êşkere kir û got:
Ji 1’ê Çileya îsal heta niha 10 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane, 12 jî birîndar bûne.

Têkildarî bilaçoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê Tîma aştîxwaz a Xirîstiyan CPT Kurdistana Iraqê daxuyaniyek belav kir.

CPT’ye da zanîn ji 1’ê Çileya 2023’yan heta 17’yê Cotmehê, 10 welatiyên sivîl ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dane û ev agahî parve kir:

9 welatî di encama êrişên bi balafirên bêmirov û şer de jiyana xwe ji dest dan 9 jî birîndar bûn

Welatiyek jî di encama teqîna mayînekê de li derdora baregeheke leşkerî ya dewleta Tirk jiyana xwe ji dest da.

2 welatiyên sivîl jî bi guleyên rasterast yên leşkerên Tirk birîndar bûn.

Her wiha CPT bi bîr xist ji sala 2022’an ve dewleta Tirk bi sedan km derbasî nava xaka herêmê bûye û got:

Li gel hedefgirtina gerîla, artêşa Tirk a dagirker li Herêmê sivîl, gundî û cotkaran jî dike hedef.

Back to top button