Ji Erdogan piştevaniya endamtiya Ukrayna bo NATO!

Serokê AKP’î Erdogan bi Serokomarê Ukrayna Zelensky re li Stenbolê civiya.
Erdogan piştevaniya welatê xwe ya endamtiya Ukrayna bo NATO yê eşkere kir.

Erdogan û Zelensky piştî civînê derketin pêşiya çapemeniyê.

Erdogan di axaftina xwe de piştevaniya endamtiya Ukrayna a bo NATO yê kir û got: “Bê guman, Ukrayna endametiya NATOyê heq dike.”

Serokê AKP’î Erdogan diyar kir ku di nava demên pêş de wê bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re jî bicive.

Daxwaza Erdogan ya endamtiya Ukrayna li nava NATO fikar û pirsên zêde bi xwere da çêkirin.

Di wextekî ku bêtirî salekê ye Swêd ji bo endamtiya NATO hewil dide Tirkiyê razîbike jî ev yek pêk ne hatiye.

Şîrovekarên siyasî vê yekê weke gav û planeke metirsîdar binav dikin.

Beriya niha Putin bi awayekî eşkere gotibû,

Beşdarbûna Ukrayna li nava NATO tê wateya ragihandina şerê navbera NATO û Rûsyayê de.

Gotinên Erdogan jî pirsa, gelo Tirkiye şerekî NATO û Rûsya dixwaze da çêkirin.

Zelensky li ser rêya Tirkiyê ye

Back to top button