Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdên serhildana 12’ê Adarê hatin bibîranîn

Bi boneya salvegera 18’an a Serhildana 12’ê Adarê li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn. Di van çalakiyan de hate diyar kirin ku gelê herêmê bi hevgirtina xwe hemû planên rêjîmê têk birin.

Bi wesîleya salvegera serhildana 12’ê Adarê li bakur û rojhilatê Sûriyê çalakîyên bîranînê hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.

Şêniyên navçeya Tirbespiyê bi boneya salvegera Serhildana Qamişloyê li bajarokên Til Marûf û Helwê serdana gorên şehîdan kirin.

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer li bajarokê Abirê yê navçeya Çilaxa, şehîd Ehmed Merî yê di Serhildana 12`ê Adarê de şehîd bûbû, bi bîr anî.

Li wir endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan ê Çilaxa Hisên Îsa axivî û diyar kir ku pêkhateyên herêmê bi saya felsefeya neteweyaa demokratik hemû plan têk birin.

Li navçeya Dêrikê ji bi heman armancê bi tevlêbûna sedan kesî li qada Azadî daxuyaniyek hat dayîn.

Her wiha Meclisa Navçeya Til Berak bi daxuyaniyekê şehîdên Serhildana 12`ê Adarê bi bîr anî.

Bi boneya salvegera Serhildana 12’ê Adarê, Meclisa Kampa Serê Kaniyê daxuyaniyek da.

Meclisê di daxuyaniya xwe de şehîdên serhildanê bi bîr anî û da zanîn ku şoreşa serhildanê rastiya şovenîst û nîjadperest yê zihniyeta Baasê ya li dijî gelê Kurd eşkere kir.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa û Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê jî daxuyaniyên cuda dan.

Di daxuyaniyan de sûcên rêjîma Baasê ya li dijî gelê Sûriyê û bi taybet li dijî gelê Kurd û hewldanên derxistina fitneya di navbera Kurd û Ereban hate şermezarkirin.

Endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Reqayê û sazî û welatiyên Reqayê bi daxuyaniyan şehîdên serhildana 12’ê Adarê bi bîn anîn.

Di daxuyaniyan hate gotin ji bo avakirina Sûriyeke pirrengî ya demokratîk û nenavendî, ji serhildana Qamişlo tecrube hat girtin û çareserî ji bo aloziya Sûriyê hat danîn.

Bi heman armancê Rêveberiya Xweser a Efrînê jî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê daxwaz ji rayadarên peywendîdar hat kirin ku zextê li rêjîmê bikin û da ku pirsgirêkên Sûrî were çareser kirin.

Meclisa herêma Şehba jî der barê serhildana 12’ê Adarê semînerek li navenda Çand û Huner a li navçeya Fafînê da.

Her wiha tevgera werzîşê jî ya herêmê bi heman armancê çalakiyek li qada futbollê ya li navçeya Babinês pêk anî.

Li wir daxuyaniyek hate dayîn û piştre tîma futbollê ya meclîsa Efrîn û KPC demokratîk yên Şehba listin.

Partiyên siyasî yên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi boneya salvegera Serhildana 12’ê Adarê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 12’ê Adarê encama zênhiyeta şovenîst a rejîma Baasê bû ku nasnameya gelê Kurd înkar dikir.

Her wihaYekîtiya Werzîşê ya herêmê jî ji bo bîranîna şehîdên serhildana 12’ê Adarê daxuyaniyek a û Maça futbolê di navbera 2 tîman hat lîstin.

Back to top button