Hêjar Zozan: Sala 2020’an bi têkoşîn û pêşengtiya YJA Starê derbas bû

Fermandara YJA Starê Hêjar Zozan ku tevlî civîna Konseya Fermandariyê ya HPG’ê bibû, diyar kir ku YJA Starê pêşengtî di 2020’an kirin, ev yek jî di civînê de hat nirxandin. Li gel wê Gerîla Çiya Amed jî anî ziman ku berxwedana jinê li Heftenînê jî didome.

Ji fermandarên YJA Starê Hêjar Zozan ku tevlî civîna Konseya Fermandariyê ya HPG’ê bû, ji ANF’ê re qala hêza pratîkê ya YJA Starê kir.

Fermandar Hêjar eşkere kir ku di civana salê ya HPG’ê de nirxandinên xurt û berfireh hatin kirin, ew jî encama rola YJA Starê û pêşengtiya wê 2020’î de bû.

Hêjar balkişand ser çalakiya Sema Koçer a li Serhedê û anî ziman ku hevala me sala têkoşînê da destpêkirin. Piştî wê şer li Heftanînê dest pê kir.

Di Cenga Heftanînê de jî jinan roleke pêşengiyê lîstin.

Ji fermandara YJA Starê Hêjar Zozan: Bila jinên ciwan xwe biparêzin û bersiva êrîşan bidin

fermandar YJA Starê Hêjar Zozan îşaret bi êrîşên li ser jinan kir û bang li wan kir ku xwebiparêzin û bersivê bidin her cûre êrîş.

Çiya Amed: Gerîlayên jin şerekî mezin didin meşandin

Gerîla Çiya Amed jî ku tevlî Cenga Heftanînê bû, diyar kir ku di Cenga Heftanînê de gerîlayên jin şerekî mezin kirin û ev yek bi pêşengtiya fermandar Ezîme pêk hat.

Back to top button