Festîvala 3. ya Huner û Wêjeya jinan li Minbicê ya bi dirûşmeya “Jin kaniya huner û afirîneriyê ne” di roja 2. dewam dike.
Festîval li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê, hat lidarxistin.
Di Festîvalê de nûnerên Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşarojê ya Reqayê, Kongra Star, Rêxistina Sara û dayika şehîd Hevrîn Xelef, amade bûn.
Jin bi cil û bergên gelêrî yên pêkhateyên herêmê tevî Festîvalê bûn.
Di roja yekemîn a Festîval de pêşandanên hunerî yên li ser folklora pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan hatibûn nîşandan.
Di roja duyemîn a Festîval de, hunermend Nesrîn Botan stran pêşkêş kirin.
Festîval bi pêşandanên hunerî yên cur bi cur dewam dike.
Tê payîn ku Festîval îro piştî nîvro bi dawî bibe.