Lîderê Koreya Bakur Kim Jon-Un bi Şoygu re civiya

Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Şoygu serdana Koreya Bakur kir. Di hevdîtina bi Lîderê Koreya Bakur Kim Jong-Un re qala mijarên ewlekariyê hat kirin.
Amerîka jî serdanên bo Koreya Bakur ji nêz ve dişopîn e.

Lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu re civiya.

Di civînê de mijarên ewlekariyê hatin gotûbêjkirin.

Şogyu di çarçoveya pîrozbahiyên salvegera 70. a Peymana Agirbestê ya Panmunjomê serdana Pyongyangê kir.

Li gorî nûçeya çapemeniya Koreya Bakur (KCNA) Kim ligel Şoygu serdana pêşangeha cebilxaneyan kir ku tê de çekên nû yên Koreya Bakur lê hene û çek û moşekên nifşê nû lêkolîn kirin.

Hat destnîşankirin ku Kim û Şoygu di çarçoveya hevdîtinan de li ser “mijarên hevpar ên di warê parastin û ewlehiya neteweyî û ewlehiya herêmî û navneteweyî” de li hev kirin.

Hat ragihandin ku Şoygu nameya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêşkêşî Kim kiriye.

Şandeya Çînê jî li Koreya Bakure

Tevî şandeya Rûsya, şandeyek ji Çînê jî serdana Koreya Bakur kir.

Şandeya Çînê bi serokatiya Cîgirê Serokê Komîteya Daîmî ya Kongreya Netewî ya Çînê Li Hongcong li Pyongyanê bû.

Hat destnîşankirin ku Li nameya Serokê Çînê Xi Jinping jî pêşkêşî Kim Jong-un kir.

Waşîngton serdanên bo Koreya Bakur ji nêz ve dişopîne

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Koşa Spî John Kirby di civîna çapemeniyê ya rojane de têkildarî serdana Şoygu ya Koreya Bakur daxuyanî da.

Kirby got:

“Putin dizane ku di qada parastinê de pirsgirêkên wî yên çekan heye û hewil dide vê pirsgirêkê çareser bike.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê doh di daxuyaniyekê de bal kişand ser têkliyên bi Koreya Bakur re û ev têklî weke “hevkareke girîng” binav kiribû.

Back to top button