HRE: Di encama çalakiyên li Şera û Şêrawa de 11 dagirker hatin kuştin

Çalakiyên berdivdayînê ya Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk dewam dikin.
HRE’ê diyar kir ku di çalakiyên wan yên li dijî dagirkeran ên di navbera 22-27’ê Îlonê de, 3 leşker û 8 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

HRE’ê derbarê çalakiyan de daxuyaniyek da û ev agahî parve kir;

22’ê Îlonê, li gundê Enabkê ya Şera, li hember çeteyên dagirker çalakiyek taybet hate lidarxistin.

Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelal kirin.

26’ê Îlonê, li gundê Birc Heyder ya Şêrewa li dijî çeteyên dagirker hêzên me çalakiya serdagirtinê li dar xistin, di encamê de 3 çete hatin kuştin,

Piştî vê çeteyan du caran hewl dan ku kuştî û birîndarên xwe rakin,

Li vir jî ev komên çete bûn hedefa hêzên me, di encamê de 5 çete hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

27’ê Îlonê, li gundê Gobelê ya Şêrewa di encama çalakiyekê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

HRE’ê di dawiya daxuyaniya xwe diyar kir ku li hemberî êrişên dagirkeran wê çalakiyên xwe yên bersivdayînê dewam dikin.

Back to top button