Fayiq Gulpî: Ragihandina PDK’ê ji bo avakirina zemîna şer nûçeyên derew diweşîne

Li dijî hewldanên PDK’ê yên derxistina şerê navxweyî siysetmedar û welatiyên Başûrê Kurdistanê nerazîbûn û bangên çareserkirina aloziyan nîşan didin. Seroka Parlemena Başûr, Siyasetmendar û şêniyên Qeladizê bang li aliyên Kurd kir ku pêşî li şerê navxweyî bigirin û malwêraniyên bi ser Kurdan de neyînin.

Der barê peyama serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û nûçeyên derew ên ragihandina PDK de, siyasetmendarê Kurd Fayiq Gulpî axivî.

Gulpî, daxuyaniya Barzanî weke rêdana şerê naxweyî nîşan da û diyar kir ku ragihandina PDK’ê jî, ji bo avakirina zemîna şer, nûçeyên derew diweşîne.

Gulpî dibîne ku li şûna PDK li gel aliyên Kurdî be û ji bo yekrêziya Kurdan bixebite, hevpeymanan digel Tirkiyê îmze dike.

Dr. Fayiq Gulpî ji bo pêşmergeyan jî vî tiştî dibêje:

“Eger pêşmergeyên Kurdistanê bin û ji bo yekîtiya Kurdî û Kurdistanê çek hilgirtine, divê vî şer nekin.”

Dr. Rêwaz Fayiq: Pêwîstî bi lihevkirina siyasî û yekrêziyê heye

Seroka Parlamena Başûrê Kurdistanê Dr.Rêwaz Fayiq jî li ser alozî û metirsiya rûdana şerê navxweyî daxuyaniyeke nivîskî da.

Dr. Rêwaz Fayiq destnîşan dike ku niha ji her demê zêdetir, pêwîstî bi lihevkirina siyasî, yekrêzî û aştiya civakî heye, lewre divê ev alozî bi rêya guftûgoyê werin derbaskirin.

Rewşenbîrên Kerkûkê: Wê tenê dagirker di şerê navxweyî de bi ser kevin

Nêzî 30 nivîskar, rojnamevan û rewşenbîrên Kerkûkê jî li dijî rûdana şerê navxweyî daxuyaniyek hevbeş belav kir.

Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin di egera derketina şer de, wê tenê dagirker bi ser kevin.

Di daxuyaniyê de daxwaziya diyalogê, ku hemû alî bi berpirsyarî nêzî rewşê bibin, hat kirin.

Partiyên Îslamî yên Başûr: şerê navxweyî wê ezmûna heyî ya başûr têk bibe

Li dijî hewldanên PDK’ê yên şerê naxweyî, berpirsên partiyên Îslamî yên Başûrê Kurdistanê jî gotina xwe hebûn.

Endamê Serkirdayetiya Bizutnewey Îslamî ya Kurdistanê Serbaz Xoşnaw got:

“Şerê birakujî wê ezmûna heyî ya başûrê Kurdistanê têk bibe.”

Serbaz Xoşnaw da zanîn ku gel şerê navxweyî naxwaze, helwesta PDK’ê şermezar dike û têkane çareserî diyalog e.

Şêniyên bajarokê Qeladiz ên herêma Raperînê jî duh li dijî egera rûdana şerê navxweyî çalakiyek li dar xist.

Şêniyan bang li tevahî aliyên Kurd kir ku digel hev rûnin, van aloziyan çareser bikin û rê li pêşiya şerê malwêraniyê bigirin.

Back to top button