Artêşa Tirk a dagirker roj nîne ku êrişê herêmê nake, vê carê jî Rêya M4, gûndên Til Temir û Eyn Îsa topbaran kir.
Artêşa tirk a qirker doh derdora saet 11’ê şevê de, gundên Gozeliyê û Til Leben ên dikevin başûrê rojavayê navçeya Til Temirê û li beramberî rêya M4’in bi hawan û obusan topbaran kirin.
Artêşa qirker bi awayekî ketûber cih û warên sivîlan kir armanc û topbaran heta derengiya şevê berdewam kir.
Beriya vê êrişê artêşa dagirker û çeteyên wê piştî nîvro jî gundê Seyda yê rojhilatê navçeya Eyn Îsa û rêya M4 jî topbaran kiribû.