Li Kenya pêla sêyemîn a xwepêşandanan

Li Kenya bihabûna nirxê pêdiviyên jiyanî, kolanên welat veguherandiye qadên pevçûnan.
Di êrişa polîsan ya bi tundî li ser xwepêşandêran de, bêtirî 15 kes hatine kuştin û bi sedan hatine binçavkirin.
Li ser banga muxalîfên welat, pêla sêyemîn a xwepêşandanan despê dike.

Kenya welatê herî pêşketî yê li herêmê ye.

Ji ber zêdebûna lêçûnên jiyanî û bilindkirina bacê demeke li welat xwepêşandan pêk tên.

Di pêla sêyemîn a xwepêşandanan de jî wê 3 rojan çalakî werin lidarxistin.

Li pyatext Naîrobî û 2 herêman wê dibistan werin girtin.

Di du xwepêşandanên berê de polîsan bi tundî mudaxele kiribû û bi sedan kes hatibûn binçavkirin.

15 kesên bi giranî birîndar bûyîn jî jiyana xwe jidest dabûn.

Serokê welat William Ruto yê Tebaxa borî bûyî serokê welat, soza başkirina rewşên jiyanî dabû.

Ruto di her axaftina xwe de, îşaret bi xebatên xwe yên bo parastina mafê hejaran dikir.

Di heman demê de muxalefetê ji bo bersivdana zêdekirina bacên meha borî banga xwepêşandanan kir.

Hikumetê ragihand ku 1,4 mîlyar dolar çavkaniyên ku ji bacên zêde yên li ser sotemenî û xaniyan werin bidestxistin, wê ji bo dayîna deynan û li qadên ku dê kar pêk bîne, were bikar anîn.

Li aliyê din rêxistinên sivîl û dêra çalak bang li Ruto û serokê muxalefetê Raila Odinga kirin ku nakokiyên xwe bi diyalogê çareser bikin û dawî li xwepêşandanan bînin.

Odinga di pênc hilbijartinên serokatiyê de têk çû, lê bi danûstandinên bi rêvebiran re karî di rêveberiyê de pozîsyonên bi bandor bi dest bixe.

Îniya derbasbûyî Ruto, Odinga bi hewldana ku krîza aborî ya li welêt, bixe bin berjewendiyên kesayeta xwe sûcdar dikir.

12 balyozxaneyên biyanî yên li wî welatî di daxuyaniyeke hevbeş de got:

“Em ji kêşeyên ku gelek Kenyayî di jiyana xwe ya rojane de pê re rû bi rû ne dizanin, û em bang li hemî aliyan dikin ku daxwazên xwe bi diyalogek watedar bînin ser maseyê.”

Back to top button