Efxanistan..Di nava 4 rojan de Talîbanê paytexta 6 parêzgehan kontorl kir

Sala 2021 ji Talîbanê re lê hatiye.
Bi vekişîna hêzên biyanî yên li welat, Talîban herêmên bi kontrola xwe de berfireh dike.
Di nava 4 rojên dawiyê de, paytexta 6 parêzgehan kontrol kir.
Tevî rewşa li welat, New York Times ragihand ku ti guherîn di planên Serokê DYA Biden ya ji vekişîna Efxanistanê de çê nebûye.

Li Efxanistanê deshilatdariya Talîbanê ya piştî 20 salan careke din vedigere.

Çekdarên Talîbanê ku hemû hêza xwe dabûn ser herêmên sînorê bakurê Tacekîstanê, heta niha navendên Kunduz, Sari-î Pul û Talukan kontirol kiriye.

Herî dawî çekdaran bajarê Aybak jî kontrol kirin.

Cîgirê Encumena Parêzgeha Taxarê Ruhullah Raufî diyar kir ku hêzên ewlekariyê vekişiyane kampek leşkerî ya li derveyî Talukan.

Bajarê Kunduz, 300 kîlometre dûrî paytext Kabul û 50 kîlometre nêzî sînorê Tacikistanê ye.

Ev bajar di warê bazirganî ya welêt de rolek girîng dileyze.

Balefirên B-52 yên DYA jî li bakurê parêzgeha Cuzcanê xalên Talîbanê bombebaran kir.

Berdevkê Wezîrê Parastinê yê Efxanistnaê Fawad Amen di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku di encama êrişê de zêdeyî 200 çekdarên Talîbanê hatine kuştin.

Talîban girtiyan serbest berdide

Di vê navberê de, çekdarên Talîbanê ku Kunduz xistin kontorla xwe girtî serbest berdan.

Talîbanê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî Kunduz û Sar-î Pul kontorl kirin niha hêzên wan ber bi navenda Texarê ve bipêş dikevin.

Hêzên Efxan heta niha nekarîne rê li ber pêşdeçûna Talîbanê bigrin.

Ji 34 paytextên parêzgehan 6 ketiye destê Talîbanê.

Navçe û qadên bejahî jixwe di bin kontrola Talîbanê de bû.

Talîban: Em ji sedî 80 xaka Efxanistanê kontorl dikin

Bi vekişîna hêzên biyanî ya li welat re, Talîbanê herêmên di bin kontrola xwe de zêde kir.

Talîban îdia dike ku ji sedî 80 xaka welat kontrol dike.

New York Times: Plana vekişîna ji Efxanistanê ya Biden dewam dike

Di vê navberê de li gorî nûçeya New York Times ku agahiya xwe spartî çavkaniyek ji Koşka Spî, Serokê DYA Joe Biden di plana xwe ya vekişîna ji welat de bi biryare.

Li gorî daneyên NY tenê di nava meha dawî de ji ber şerê li herêmê zêdeyî 1000 sivîl hatine kuştin.

Komisyona Mafê Mirovan a Serbixwe ya Efxansitanê ji despêka gulanê ve nêzî milyonek kes ji cih û warê xwe koçber bûne.

Back to top button