Heleb-Jinan sûcên li herêmên dagirkirî niqaşkirin

Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan lli Helebê panêlek li darxist.
Di panelê de bal hat kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî.

Di çarçoveya çalakiyên 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de, Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser jinan, panelek li dar xist.

Panel li Hola Civînan a li Şêxmeqsûd pêk hat û bi dehan endamên jin û nûnerên jin yên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdarî Panelê bûn.

Di panelê de sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî li dijî jinan pêk tînin, hate nîqaşkirin.

Rêvebera Rêxistina Sara Necla Hemze diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên sûcên herî hovane li dijî mirovan pêk tînin û pîvanên mirovî û exlaqî bin pê dikin.

Beşdaran li ser mijarê û bêdengiya rêxistinên navdewletî yên hiqûqî û mirovî nêrînên xwe anîn ziman.

Di dawiyê de bang li tevahî aliyên pêwendîdar û ray giştî hat kirin ku li ber van kiriyara rabin û bertekê xwe nîşan bidin.

Back to top button