Beşa jin a Pirtûkxaneya Cangoriyên Berxwedana Kobanê

Pirtûkxaneya Cangoriyên Berxwedana Kobanê ya ku di sala 2019’an de li bajarê Kobanê hat vekirin, beşek taybet derbarê mijarên girêdayî jinê de hatine nivîsnadin, hatiye avakirin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê ev pirtûkxane di 6’ê Tîrmeha 2019’an de vekirin.

Gelek xwendevan û berpirsyarên pirtûkxaneyê jin in.

Di pirtûkxaneyê de 11 hezar û 850 pirtûk hene.

Odeyeke taybet ji bo pirtûkên Rêber Apo hatiye veqetandin.

Her wiha beşek pirtûkên girêdayî jinê jî hatiye avakirin.

Berpirsa pirtûkxaneyê Zehra Ehmed Teyfûr armanca avakirina beşê pirtûkên jinê kir û got:

Me xwest bi riya beşê pirtûkên jin re astengî, têkoşîn û destkeftiyên jinan werin naskirin.

Em bi riya xwendina van pirtûkan xwîna şehîdên xwe dikin çek û pê şer dikin.

Mirov bi riya xwendina pirtûkan re cîhanê nas dike û asoyên xwe berferh dike.

Bi riyan van pirtûkan emê jiyana jinan pêş bixin, civakê sererast bikin û kesayeta zarokan ava bikin.

Back to top button